‘Rêya yekane ya wekheviyê Çepên Kesk e’

Parlamenterên HDP’ê Kemal Bulbul û Mûrat Çepnî ku tev li mîtînga Partiya Çepên Kesk a Enqereyê bûn, banga piştgiriyê ji bo Partiya Çepên Kesk kir.

Partiya Çepên Kesk, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li Tûzlûçayira Enqereyê mîtîng li dar xist.

Parlamenter Kemal Bulbul û Mûrat Çepnî ku tev li mîtîngê bûn, bi rêya ANF’ê bang kir.

‘RÊYA YEKANE ÇEPÊN KESK E’

Kemal Bulbul: “Sedsala duduyan a komarê, ji bo wekhevî, azadî û edalet hebe, em ê biçin ser sindoqan. Em biçin ser sindoqan û bi Partiya Çepên Kesk re bibin piştgir. Rêya yekane, Çepên Kesk e.”

‘DEMA MEZINKIRINA YEKITIYÊ YE’

Mûrat Çepnî: “14’ê Gulanê, em ê têkoşîna li dijî diz, kujerên xwezayê û jinan û pergala riziyayî geş bikin. Hemû gelên me wê vê tercihê bikin. Niha dema geşkirina têkoşînê ye. Em, di hilbijartinan de û piştî hilbijartinan têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin.”